07:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    PAK

    TAYBET - PAKê bangî NY, YE û NATOyê kir

    © Foto: Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 225 0 0

    Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê Ozçelîk, di derheqê rojevê de ji Sputnikê re axivî, Ozçelîk destnîşan kir ku, ‘dewlet heyfa hilbijartinên 7ê Hezîranê ji kurdan hiltîne.'

    Stenbol — Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mistefa Ozçelîk di derbarê rojevê de nirxandinên girîng kirin. Ozçelîk ji bo parastina can û malê gele Kurd bangî NY, YE û NATOyê kir  ku midexaleyêli vê rewşê bikin.

    ME BERÊ JÎ EV FÎLM DÎTİBÛ

    Ozçelîk diyar kir ku, ‘. Ji bo ku gelê Kurd di hilbijartinên 7ê Hezîranê de deng nedan partiyên Tirkiyayî, dewletê bi operasyonan, êrişa li ser bajaran û bi şewitandina daristanan bersiv da. Dewlet li pey kurdan û heyfê ye. Ji alîkî ve bi hêzêm xweyên paramilîtêr ‘Qaşo yên sivîl' êrişî avahiyên HDPê, kargehên û wesayîtên kurdan dikin, ji alîkî ve jî dibêjin em nahêlin biratiya nava Tirk û kurdan xerabibe. Me ev fîlm bere jî temaşe kiribû, ev êriş ji hêla dewletê ve tên organîzekirin.

    PKK Jİ BO ŞİDETA DEWLETÊ ZEMÎNÊ AMADE DİKE

    Mistefa Ozçelîk di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘ mixabin PKK jî di nava şaşitiyê de ye û ji bo şideta dewletê zemînê amade dike. HDP ji alîkî ve rastî êrişên hêzên paramilîter yên dewletê tê û ji alîkî ve jî helwesteke bi dirayet nişan nade.

    HDP bi 80 parlamenter û bi 100 şarederî ve, di siyaseta PKKê ya şaş de mixabin bê fonksiyon maye.

    EV NE ŞERÊ KURDAN E

    Serokê PAKê Ozçelîk di dawiya axaftina xwe got, ‘ ev şerê ku dibe ne şerê gelê Kurdistanê ye. Ewlehiya can û malê gele Kurd nemaye. Em ji vir bangî NY, YE û NATOyê dikin bila midexaleya rewşê bikin û bangî PKKê û dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawiyê li vî şerî bînin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Şaxê şer
    ROJEV ANALÎZ - Ragihandina çewt encama kîndariyeke kevneşopî ye
    TîHV: 'Heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin qetilkirin'
    Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî hat binçavkirin
    ANALÎZ - Dara şer a çapemeniyê mêweyên xwe dide
    Etîketan:
    Mustafa ozçelik, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de