03:55 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Berdewamkirina şerê PKK'ê û Tirkiyê rewşê xirap dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze herdu alî jî şer rabigrin. Dixwaze herdu alî jî berî ku rewş ji kontrolê derbikeve, ji nûve vegerin ser mêza giftûgoyan.

    Kurdistan — Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed ragehand ku şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê her diçe aloziyê jî kûr dike, jiber vê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî carek din dixwaze destpêşxeriyê bike û daxwaz dike ku herdu alî jî şer rabigrin.

    Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed ragehand ku şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê her diçe aloziyê jî kûr dike, jiber vê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî carek din dixwaze destpêşxeriyê bike û daxwaz dike ku herdu alî jî şer rabigrin.

    Sererkanê Hêzên Pêşmerge General Cemal Mihemed bo BasNews ragehand ku şerê PKK'ê û dewleta Tirkiyê zirarê dide hemû aliyan û Herêma Kurdistanê jî di vî şerî de zerermend dibe.

    Mihemed got şer nabe çareserî bo ti pirsgirêkan û mînaka Suriyê jî da û got: "Eve mînaka Suriyê liber çav e. Bi milyonan mirov koçber bûne. Bi sed hezaran hatine Herêma Kurdistanê. Eve barê hemû aliyan giran dike."

    Cemal Mihemed diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî jiber vê rewşê gelek nîgerane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berdewamkirina şerê PKK'ê û Tirkiyê rewşê xiraptir dike. Barzanî dixwaze herdu alî jî şer rabigrin. Dixwaze herdu alî jî berî ku rewş ji kontrolê derbikeve, ji nûve vegerin ser mêza giftûgoyan."

    Cemal Mihemed beriya niha jî diyar kiribû ku jiber şerê li sînorê Oremarê Hêzên Pêşmerge ketine amadebaşiyê.

    Bi heman mijarî:

    ROJEV ANALÎZ - Ragihandina çewt encama kîndariyeke kevneşopî ye
    TîHV: 'Heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin qetilkirin'
    Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî hat binçavkirin
    ANALÎZ - Dara şer a çapemeniyê mêweyên xwe dide
    Amerîka; di derheqê êrişa li ser HDPê û kurdan de daxuyanî da
    Etîketan:
    Cemal Mihemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de