16:41 26 Gulan 2018
Cizîr

TîHV: 'Heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin qetilkirin'

© Sputnik . Ömer Faruk Baran
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya TİHV'ê Coşkun Ustercî diyar kir ku heta niha li Cizîrê 10 welatî hatine kuştin.

Amed-Piştî Walîtiya Şirnexê derbarê Cizîrê de biryara qedexeya derketina derve da, Cizîr 5 rojin di bin xetereyekî mezin de ye. Heyeta parazvanên mafên mirovan ku ji Hevseroka MHD'ê Gulşen Ozbek, Endamê Lijneya Rêveberiya Waxfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TîHV) Coşkun Ustercî, Nûnerê Rojhilat û Başurêrojhilat ê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Mazlum-Der'ê Alî Îhsan Gultekîn û Endama Rêveberiya Şaxa TİHV'ê ya Amedê Nesrîn Aslantaş pêk dihat, xwestin ku biçin Cizîrê lêkolîn bikin. Lê ji ber astengiya polêsan heyet nekarî biçe Cizîrê û civîna çapemeniyê pêk anîn. Heyetê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyanî da û çavdêriyên xwe parve kirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TİHV) Coşkun Ustercî daxuyanî da û got: ‘Heta niha li Cizîrê 10 welatî hatin qetilkirin. Welatiyên Cizîrê 5 roj in nikarin pêdiviyên xwe yên av, xwarin, tenduristî û hemû pêdiviyên jiyanê temîn bikin. Bi taybetî zarok bi talûkeyên mezin re rû bi rûne. Welatiyên birîndar bûn nikarin biçin nexweşxaneyê û ji ber nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Heta niha 10 kesên sivîl hatine qetilkirin.'

Bi heman mijarî:

Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî hat binçavkirin
Gel bi peyatî ber bi Cizîrê ve dimeşe
Li Cizîrê polêsan 7 zarok sêwî hiştin
Li Cizîrê şer: 3 tîmên taybet hatin kuştin
Etîketan:
Mazlum-der, ÎHD, TÎHV, Coşkun Ustercî, Gulşen Ozbek, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de