05:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî

    Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî hat binçavkirin

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1810

    Hevşaredarê Bismilê Resûl Sari, kurê wî û 2 birayên wî di serdegirtina malan de hat binçavkirin.

    Bismil-Gelek polês û leşkeran serê sibê, bi ser mala Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî ya li Gundê Çoltepe de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina malê de li gom, kadîn û hemû beşên malê lêgerîn kirin. Polêsan bi ser mala dayika Sarî de jî girtin. Hat zanîn ku di heman demê de derdora Gundê Çoltepê jî hatiye dorpêçkirin.

    Hat ragihandin ku piştî serdegirtinê, Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî, birayên wî Emin Sari, Recep Sari û kurê wî Ozan Sari hat binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polêsan a Amedê. Sedema binçavkirina Hevşaredar, bira û kurên wî nehat zanîn.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê Farqînê Teke jî ji wezîfeyê hat hildan
    Hevşaredarê Dihê Kiliç jî ji wezîfeyê hat hildan
    Hevşaredara Nisêbînê Kaya ji wezîfeyê hate bidûrxistin
    Etîketan:
    DBP, Resûl Sari, Bismil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de