23:51 20 Mijdar 2017
Zindî
    Gever - şer - pevçûn - wêran

    ANALÎZ - Dara şer a çapemeniyê mêweyên xwe dide

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 170 0 0

    Ji çapemeniya fermî bigire heta çapemeniya bazirganiyê gelek saziyên ku nûçeyan diweşînin banga qetliyam û komkujiyan dikin.

    Navenda nûçeyan — Ji HDPê Idrîs Baluken hinek ji van êrişên devkî yên nefretê (ji AAyê Burak Akay û Mustafa Uygun) kişandin rojeva meclisa Tirkiyayê; lêbelê ev bangewaziya nefretê her roj bêtir gur dibe.

    Ev bangewaziyên ku gazî sucê nefretê dikin û dibin sedema kuştin, birîndarkirin û ziyanan diyar e ku ji navendekê tên rêvebirin. Lewre piştî weşandina nûçeyeke nefretê li her deverê êriş diçin ser kurdên sîvîl, saziyên wan ên siyasî û malên wan.

    Kuştina kurdekî li rawestgaheke otobûsan ji ber ku kurdî axiviye (Sedat Akbaş, li Kagithaneya Stenbolê) û şewitandina navenda HDPê ya li Enqereyê (piştî ku rojnameya Yeni Şafakê Demirtaş wekî qatil bi nav kir) ne tesadufî ne.

    Dewleta Tirkiyayê şerekî giştî daye destpêkirin û ji aliyê şefekî ve ev orkestra tê îcrakirin.

    Îro Ahmet Davutoglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê piştrast ku hukimeta wî huqûqa vî şerî daniye û bila welatî tevî vî şerî nebin.

    Bi heman mijarî:

    Ewropa bi pirsgirêkên koçberiyê yên gelekî girîng re rû bi rû ye
    TAYBET - Sariyildiz; Cizîr bê av, bijîşk û elektrîk maye
    Etîketan:
    Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de