05:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr

    Gel bi peyatî ber bi Cizîrê ve dimeşe

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 97 0 0

    Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş eşkere kir ku hevserokên HDPê, parlamenter, berpirs û rayedarên wê partiyê ji bo şikandina qedexeya li ser bajarê Cizîra Botanê, dê biçin wî bajarî.

    15:30 Demîrtaş: 'NABE EM GELÊ CIZÎRÊ DI NAV LEPÊ MIRINÊ DE BIHÊLIN'

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, 'Bi wezîran, bi parlamenteran û hilbijartiyên gel re em diçin Cizîrê. Nabe em gelê Cizîrê di nava lepê mirinê de bihêlin.'

    Di encama hevdîtinên bi hêzên  artêşa Tirk hat kirin de, hat ragihandin ku wê destûr ji gel û heyeta HDPê re neyê dayîn ji bo biçin Cizîrê.

    Li ser vê yekê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş axivî û got, "Ev biryar ji aliyê Serokwezîrê têkçûyî ve hatiye dayîn, 90 kîlometre beriya em bigihêjin Cizîrê pêşî li me hat birîn û destûr nayê dayîn ku em ji Mêrdînê jî derkevin. Lê çima li vê derê pêşî li me tê girtin. Bi wezîran re, bi parlamenteran re, bi hilbijartiyan re em berê xwe didin Cizîrê. Nabe ku em gelê Cizîrê di nava lepê mirinê de bihêlin."

    Piştî daxuyaniyê gel bi rêvebiriya heyeta HDPê de dest bi meşê kirin, bendên polîs û leşkerên Tirk derbas kirin û niha ber bi Cizîrê ve dimeşin.

    14:30 GEL LI NOKTEYA BOTAŞÊ HAT RAWESTANDIN

    Navenda nûçeyan -Rêvebir û wekilên HDP û DBP'ê bi henceta ambargoya li ser gelê Cizîrê rakin ji Şirnex û Sîlopiyê berê xwe dan Cizîrê. Gel rastî êrîşa polêsan hat, meşa gel ya Şirnex û Sîlopiyan ber bi Cizîrê ve didome.

    Piştî Walîtiya Şirnexê derketina kolanan li gelê Cizîrê qedexe kir, gelê Cizîrê di bin tecrîdeke giran de hat hiştin. Gelê Cizîrê ev 6 roj in di bin tecrîd û ambargoya dewletê de ye. Welatiyên ku ji malên xwe derdikevin derve rastî êrişên polês û tîmên taybet tên û tên kuştin.

    Bi hezaran welatiyên Şirnex û Sîlopî bi henceta êrişên li ser gelê Cizîrê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Cizîrê ji Şirnex û Sîlopiyê ber bi Cizîrê ve dest bi meşê kirin. Girse li Konûtên Maden Afetê rastî êrişa polêsan hatin û pevçûn derket. Girseya ku di nav de rêveber û şaredar jî hebûn rastî êrîşa polîsan hatin.

    Bi sedan welatiyên li ber avahiya rêxistina HDP'ê kom bûn bi wesayîtên xwe xwestin biçin Cizîrê lê nêzî noqteya leşkeran a Botaşê gelek wesayîtên zirxî yên polîsan rêya welatiyên ku xwestin biçin Cizîrê girtin. Li ser rê girtina polîsan welatî ji wesayîtên xwe peya bûn û diruşmên, "Gelê Cizîrê ne bi tenê ye", "Dewleta dê hesab bide" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.

    14:15 DEWLET NAHÊLE HEYETA HDPê TÊKEVE CIZîRÊ

    Navenda nûçeyan -Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wezîrên HDP'yî û parlamenterên ji bo şermezarkirina dewletê ya li Cizîrê û pêkanîna civîna koma xwe dixwazin bikevin nava Cizîrê, li ser rêya Midyadê hatin sekinandin.

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wezîrên HDP'yî Alî Haydar Konca û Muslum Dogan, û parlamenterên HDP'ê û girseyeke qelebalix ji bo şermezarkirina dewletê ya li Cizîrê û pêkanîna civîna koma xwe dixwazin bikevin nava Cizîrê, li ser rêya Hezexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin sekinandin.

    Hêzên dewletê ji parlamenterên HDP'ê re ragihandin ku bi fermana Wezareta Karên Hundir ew ê destûrê nedin ku derbas bibin.

    Navenda nûçeyan — Demîrtaş îro li Amedê di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got, ‘ev 6 roj in qedexeya derketina derve û rewşa awarte li bajarê Cizîra Botanê didome û rewşa gel li wê derê pir şepirze bûye.'

    Demîrtaş da zanîn ku tevahiya parlamenter, berpirs û rayedarên HDPê ji bo şikandina wê qedexeyê dê serdana Cizîra Botanê bikin.

    Selahedîn Demîrtaş bang li her kesî kir, tevlî wê meşa HDPê bibin û got, em hêvîdar in ev meşa me xêrandar be.

    Nêzîkî hefteyekê ye bajarê Cizîra Botanê ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û derketina derve ji bo welatiyan hatiye qedexekirin.

    Li gorî agahiyan, di heyama 6 rojên borî de 9 kes ji aliyê hêzên Tirk ve hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: ‘Îxbar kirin bêrûmetî ye.'
    Demîrtaş: Tenê Ocalan dikare banga çekdanînê li PKKê bike
    Etîketan:
    Selahattin Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de