05:49 21 Mijdar 2017
Zindî
    Demirtaş

    Demîrtaş: Fermandarên vî şerî Erdoğan û Davutoğlu ne

    © Foto: Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku fermana şer ji aliyê Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê ve hatiye dayîn.

    Amed — Demîrtaş her wiha got, êdî li Tirkiyê tevahiya kurdan û yên ku dişibin kurdan jî, rastî êrişê tên.

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li bajarê Amedê li ser rewşa dawî û hêrs û êrişa tirkên nijadperest li dijî kurdan, daxuyaniyek rojnamevaniyê da.

    Demîrtaş da zanîn ku heta niha zêdetirî 400 caran êrişî kurdan, avahiyên HDPê, mal û warên welatiyên kurd kirine û got, ev ne şermezarkirina terorê ye ev, amadekariyên şerê hundir e û fermana vî şerê jî ji aliyê Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê ve hatiye dayîn.

    Hevserokê HDP anî ziman ku HDP ne tenê partiya kurdan e û got, HDP partiya tevahiya gel, ol û nijadên Tirkiyê ye ji ber wê jî ew êrişên ku li dijî HDPê tên kirin, li dijî tevahiya gelên Tirkiyê tê kirin.

    Selahedîn Demîrtaş bang li her kesî kir, li hember êrişan bêdeng nemînin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

    Cizîr Şirnex
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Demîrtaş behsa şewitandina navenda giştî ya HDPê li Enqerê jî kir û got, min bi waliyê Enqerê re li ser bûyerê axivî lê wî telefon bi ser min de girt! Çimkî destê wî jî di bûyerê de heye ji ber wê wisa kir.

    Li ser rewşa Cizîra Botanê jî Demîrtaş got, li Cizîra Botanê heta niha jî qedexeya derketina derve didome û dewlet nahêle gel ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê jî derkeve derve, ev jî bê wîjdaniya herî mezin e.

    Hevserokê HDPê her wiha ragihand ku eger êrişên li dijî partiya wan û kurdan bidome, biratî û pêkvejin dikeve metirsiyê. Demîrtaş bang li hemû kurdan û alîgirên xwe kir, xwe li hember êrişan biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Balûken: AKP me hedef nişan dide
    Rojnameyên Tirkî - Êriş û hêrsa li dijî kurdan zêde dibe
    Kurd li gelek bajarên Tirkiyeyê; rastî êrişan tên
    Pêşmerge; êrişa DAIŞê têk bir
    Ahmet Davutoglu: 'Em nahêlin kurd û tirk şer bikin'
    Etîketan:
    Selahattin Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de