15:08 21 Mijdar 2017
Zindî
    Viyan Dexîl

    Viyan Dexîl: Tenê Hikûmeta Kurdistanê arîkariya êzidiyan kiriye

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2510

    Endama êzîdî ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl eşkere kir ku heta niha nêzîkî 2200 kurdên êzîdî ji destê çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Hewlêr-Herwiha da zanîn ku, ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne Hikûmeta Iraqê û ne jî civaka navdewletî tu alîkarî pêşkêşî kurdên êzîdî nekirine.

    Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl got, 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn lê heta niha nêzîkî 2200 kes hatine rizgarkirin.

    Viyan Dexlîl anî ziman ku ji wan kesên ku hatine rizgarkirin, 800 kes jin in, hinek jê zilam in û yên din jî hemû zarok in.

    Wê parlamentera Kurd herwiha da zanîn ku meha Mijdara îsal dê li Fransayê konferansek li ser şer û qirkirinê (jenosîd) were lidarxistin û got, ji bo wê konferansê jî dê hefteya bê civînek were kirin û em ê belge û agahiyên li ser komkujî û qirkirina

    Hilarî Klinton
    © Sputnik/ Aleksey Alesko
    êzîdiyan radestî rayedaran bikin û ew jî dê bidin Dadgeha Navdewletî ya Tawanan.

    Çekdarên DAIŞê par havînê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn, bi hezaran kes revandibûn, bi hezaran kes jî komnuj kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Clinton û Viyan Dexîl civiyan
    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    Etîketan:
    HHK, Viyan Dexîl, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de