18:07 23 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr Şirnex

    Li Cizîrê polêsan 7 zarok sêwî hiştin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Li bajarê Cizîra Botan dayika 7 zarokan ji aliyê hêzên tirk ve hat kuştin.

    Cizîr - Li Cizîra Botanê ev şeş roj in ku derketina derveyî malan qedexe ye, li bajêr rewşa awarte hatiye ferz kirin û alozî didomin. Di bajarê dorpêçkirî de gerîn, ketin û derketin, hatin û çûyîn qedexe ye.

    Li gorî agahiyên berdest, şeva çûyî polêsan dayika 7 zarokan Meryem Sûme (53 salî) bi guleyan birîndar kirin û destûr nedan dermankirina wê; lewre jiyana xwe ji dest da.

    Hat gotin ku polêsan nehiştiye ambulans bigihêje cihê bûyerê, gelek xwîn ji jinika temenmezin çûye û di nava eziyeteke mezin de miriye; lê cenazeyê wê hîn nehatiye veşartin.

    Li gorî agahiyan, ji destpêka ragihandina rewşa awarte heta niha, li Cizîra Botanê 2 jê zarok 9 kesan di şer û pevçûnan de jiyanên xwe ji dest dane.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    TAYBET- Endamê Azadiyê Atila Pay: ‘Cizîr nalenal dike'
    Etîketan:
    PKK, Meryem Sûme, Cizîr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de