20:23 16 Tebax 2017
Zindî
    PKK

    FLAŞ - HPG: 'Gerîla hîn agirê çalakiyan gur nekiriye'

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18710

    Berdevkê Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) Bextiyar Doxan dibêje ku gerîla bersiva êrîşên dewletê didin û gel ji êrîşan diparêzin û gerîla hîn jî dest bi çalakiyên cur bi cur nekirine.

    Navenda nûçeyan — Di van çend rojan borî de ji ber çalakiyên çekdariyê yên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bi dehan serbaz û polêsên Tirkiyayê hatine kuştin.

    Ew kiryar bûne hincet ku hêzên dewletê êrîşan bibe ser bingehên PKKê. Şeva din û serê sibeha roja sêşemê firokêyên şerî yên Tirkiyayê çendîn bingehên PKKê bombebaran kirin.

    Di hevpevîna taybet de Berdevkê Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) Bextiyar Doxan dibêje ku êrîşên şeva din bê ziyanên giyanî bûn.

    Doxan dibêje: 'Gerîla bersiva êrîşên dewletê didin û gel ji êrîşan diparêzin. Agirbesta du salî bi dawî hatiye, lê hêşta gerîla dest bi çalakiyên cur bi cur nekirine; lewre niha ew çalakiyên demkurt dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kerboranê şer: 1 mirî, 3 birîndar
    Li Rojava teqîn
    Yekîtiya Ewropa: 'Em dixwazin ku 'pêvajoya çareseriyê' bidome
    Kurdê ku ‘kincên pêşmergeyan li xwe kirine' hate lînçkirin
    Taybetiyên sîstema moşekên Topol-M
    Li 37 welatan wêne kişandin û ‘nexşeya jinên delal' derxist
    Etîketan:
    Bextiyar Doxan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de