16:47 23 Tebax 2017
Zindî
    Peşmerge di sengerê de

    Amerîkayê çekên nû dan Pêşmerge

    © AFP 2017/ JM LOPEZ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Berdevkê Fermî yê Wezareta Pêşmerge diyar kir ku heta niha zêdetirî 5 hezar kesan navên xwe ji bo 3 lîwayan tomar kiriye û xebat jî berdewam e.

    Navenda nûçeyan — Berdevkê Fermî yê Wezareta Pêşmerge diyar kir ku heta niha zêdetirî 5 hezar kesî navên xwe ji bo 3 lîwayan diyarkirî tomar kirine û xebat hê jî berdewam e.

    Li gorî nûçeya BasNewsê, Fermandarên Artêşa Amerîkayê daxwaz ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirine ku di demeke kurt de 3 lîwayên pêşmergeyan ava bike. Divê Wezareta Pêşmerge jî berpirs û fermandarên van

    her sê lîwayan diyar bike. Hate zanîn ku DYE çek û pêwistiyên leşkerî ji bo van hersê lîwayan şandiye Hewlêrê.

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku avakirina van lîwayan berdewam dike. Yawer diyar kir ku Pêşmergeyên van her sê lîwayan li gorî pisporî û şarezayiya leşkerî û herwiha perwerde û meşqên ku berî dîtine têne wergirtin. Yawer got ku ji bo diyarkirina navê berpirs û fermandarên van lîwayan jî lijneyek taybet hatiye avakirin.

    Kerkûk
    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Parlamenterê Parlamena Kurdistanê û Endamê Lijneya Pêşmerge Qadir Wetman jî ji BasNewsê re ragihandiye ku heta niha zêdetirî 5 hezar kesî navê xwe tomar kiriye û biryar e 9 hezar kes bêne wergirtin.  Wetman got ev kesên ku bibin Pêşmerge wê careke din perwerdeya akademiya leşkerî bibînin.

    Bi heman mijarî:

    PJAKê 2 pasdarên Îranê kuştin 2 jî birîndar kirin
    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin
    Li Cizîrê şer: 3 tîmên taybet hatin kuştin
    Asayişa Kerkûkê: 99 terorîst hatin girtin
    Li Bîsmîlê derketina derve hat qedexekirin
    Durziyan jî xweseriya xwe ragihand
    Etîketan:
    Qadir Wetman, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de