10:30 19 Tebax 2017
Zindî
    Gerîlayên PKK

    PJAKê 2 pasdarên Îranê kuştin 2 jî birîndar kirin

    © REUTERS/ Asmaa Waguih
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Şeva borî li gundê Belesorê yê rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên PJAKê û pasdarên Îranê de şer derket.

    Kurdistan — Li Îranê di navbera şervanên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û pasdarên Îranê de şer derket. Rayedarekî Îranê dibêje ku di wî şerî de 2 pasdar hatine kuştin 2 jî birîndar bûne.

    Şeva borî li gundê Belesorê yê rojhilatê Kurdistanê, ku nêzîkî sînorê bakurê Kurdistanê ye, di navbera hêzên PJAKê û pasdarên Îranê de şer derket.

    Li ser wî şerî, qaymeqamê bajarê Xoyê Husên Sîvanî agahî daye û gotiye ku di şerê Belesorê de 2 pasdar hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

    Sîvanî her wiha îdia kiriye ku 2 şervanên PJAKê jî di şer de jiyanên xwe ji dest dane û 5 şervan jî birîndar bûne.

    Heta niha PJAKê li ser wê bûyerê tu daxuyaniyek nedaye.

    Gundê Belesorê girêdayî devera Elendê ya rojhilatê Kurdistanê ye ku li ser sînorê bakur û rojhilatê Kurdistanê ye. Ew devera rojhilatê Kurdistanê bi ser bajarê Xoyê yê eyaleta Urmiyeyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Asayişa Kerkûkê: 99 terorîst hatin girtin
    Li Bîsmîlê derketina derve hat qedexekirin
    Durziyan jî xweseriya xwe ragihand
    Li Dêrsimê endamekî Tîma Taybet hat kuştin
    Hêza Taybet a Tirk ket axa Kurdistanê
    TAYBET- Hevşaredarê Îdirê: 'Dewletê tedbîr negirt, 14 kes hatin kuştin'
    Etîketan:
    Husên Sîvanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de