10:54 20 Tebax 2017
Zindî
    leşker - tang - top - operasyon - êriş - şer - polês

    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 240 0 0

    Duh li gelek bajar û navçeyan li ser kurdan êriş pêk hatin. Di êrişan de gelek welatiyên kurd hatin birîndarkirin û malên wan hatin şewitandin.

    Konya
    Komên nijadperest li gelek nuqteyên Konyayê êrîşî kurdan kirin. Danê êvarê komek li Otogara Konyayê kom bû, ber bi avahiya HDPê ve bi konvoyê meşiya û di meşê de heqaret li kurdan kir. Komê hewl da ku avahiyê bişewitîne.
    Beşek ji nijadperestan jî avêtin ser Ronahî-Der a li navçeya Karatayê ku xwendekarên zanîngehê diçin wir. Komê avahiya komeleyê şewitand û li taxa kurdnişîn hewl dan ku provokasyonê derxînin.

    Mersîn
    Komên nijadperest ên li Mersînê li ser medyaya civakî civiyane hev û piştre êrîşî avahiya HDPê ya navçeya Erdemlî û mal û kargehên kurdan kirin. Nijadperestan li ber çavê polêsan du wesayîtên kurdan şewitandin û xwestin ku 3 malên kurdan jî bişewitînin. Polêsan û ekîbên agirkujiyê dest li rewşê wernedan û nijadperestan gefa kuştinê li kurdan xwarin.
    Eskişehir
    Li Eskîşehîrê îro komeke faşîst di bin çavdêriya polêsan de deriyê avahiya HDPê şikand û ketin hundir. Komê hundir belawela kir, alavên li hundir şikand û alayên Tirkiyayê li avahiyê daliqandin. Koma nijadperest a li ber avahiyê demeke dirêj dirûşmeyên nijadperest qîriyan.

    Bi heman mijarî:

    Bûldan: 'Êriş ji hêla AKPê ve tên organizekirin'
    Li Cizîrê di 3 rojên dawîn de 6 kes hatin kuştin
    Fîgen Yuksekdag: Polês û grûpên faşîst êrişî me dikin
    Etîketan:
    HDP, Eskîşehîr, Mêrsîn, Konya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de