11:03 20 Tebax 2017
Zindî
    Li Dêrsimê şer

    Li Dêrsimê endamekî Tîma Taybet hat kuştin

    © Foto: facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li Dêrsimê endamekî Tîma Taybet ji aliyê hêzên PKKê ve hate kuştin.

    Hêzên HPGê yên ku li ser riya navbera Dêrsim û Pilemûrê kontrola nasnameyan dikirin, wesayîta endamekî Tîma Taybet gulebaran kirin. Endamê Tîma Taybet ê ku hewl dida bireve birîndar bû û li nexweşxaneyê mir.
    Li ser riya navbera Dêrsim û Pilemûriyê dema ku şervanên HPGê kontrola nasnameyan dikirin endamekî Tîma Taybet hewl da ku bi wesayîta xwe ji wir bireve. Şervanên HPGê jî wesayîta wî gulebaran kirin û di encama gulebaranê de bi giranî birîndar bû.
    Tîmê taybet ê ku navê wî nayê zanîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Hate ragihandin ku tîmê taybet li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Li Îdirê êriş li dijî wesayîta polêsan: 14 kuştî
    Heyeta HDPê 16 cenazeyên leşkerên Tirkiyayê hilgirt
    TAYBET- Hevşaredarê Îdirê: 'Dewletê tedbîr negirt, 14 kes hatin kuştin'
    Etîketan:
    Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de