16:45 23 Tebax 2017
Zindî
    Rojava û Başur

    Bila başûr û rojavayê Kurdistanê dewleteke yekgirtî ava bikin

    © Foto: Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 213 0 0

    Serokê Navenda Siyaseta Ewlehiyê ya Amerîkayê Jim Henson daxwaz kir ku her du herêmên başûr û rojavayê Kurdistanê yekîtiyekê ava bikin û bibin dewleteke serbixwe.

    Kurdistan — Serokê Navenda Siyaseta Ewlehiyê ya Amerîkayê Jim Henson ji Washingtonê beşdarî bernameyeke televîzyona Rûdawê bibû.

    Henson di gotûbêja xwe de daxwaz kir ku ji bo aramî û îstiqara herêmê dewleteke kurdan û yeke erebên sunî bê avakirin. Herwiha ji bo ku nakokiyên li Iraqê bi dawî bibin, dabeşkirina Iraqê bi ser 3 parçeyan baştirîn çareserî ye.

    Li gorî Hensonî ji bo dabînkirina rewşeke aram û biîstiqrar, baştirîn çareserî ew e ku dewleteke kurdan ji pêkhateya başûrê Kurdistanê û beşek ji herêma kurdnişîn a Sûriyayê bê damezrandin.

    Serokê Navenda Siyaseta Ewlehiyê ya Amerîkayê herwiha da xuyakirin ku pêwist e dewleteke erebên sunî yên Iraqê û Sûriyayê jî bê avakirin ku sînorê wê bigihêje deryayê.

    Di berdewamiya axavtinên xwe de Jim Hensonî wiha got: ‘Pêwist e li hemberî elewiyan dest ji hinek tiştan bê berdan. Şîeyên Iraqê jî bila nêzîkî Îranê bimînin û dewleta wan li Bexdayê û parêzgehên din be. Bi vî awayî dê arîşeyên Iraqê çareser bibin.

    Ji aliyekê din ve, Sekreterê Giştî yê Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê, Mizir Şewket di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re wiha ragihandiye: ‘Damezrandina Herêma Erebên Sunî mafekî rewa ye û ew ê dest jê bernedin. Herêma Kurdistanê mînakeke baş e jibo avakirina herêmek taybet ji erebên sunî re. Kurd xwediyê hukimet, parlamento û dezgehên xwe yên taybet in; maf û azadiyên xwe diparêzin, Ji bo vê yekê em jî bi damezrandina herêmeke wiha razî ne. Bila herêmeke erebên sunî ya mînanî Herêma Kurdistanê hebe.

    Bi heman mijarî:

    Bûldan: 'Êriş ji hêla AKPê ve tên organizekirin'
    Hevşaredara Nisêbînê Kaya ji wezîfeyê hate bidûrxistin
    Fîgen Yuksekdag: Polês û grûpên faşîst êrişî me dikin
    PYD rexneyan qebul nake, 10 kes avetin zindanê
    Etîketan:
    Jim Henson, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de