09:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Semra Kaya

    Hevşaredara Nisêbînê Kaya ji wezîfeyê hate bidûrxistin

    © Foto: Şaredariya Nisêbînê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1601

    Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya ku çend roj berê hatibû girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê jî hate bidûrxistin.

    Nisêbîn-Beriya niha Hevşaredarên Colemêrgê Dilek Hatipoglû û Nurullah Çiftçi, Hevşaredarên Sûrê Seyid Narin û Fatma Şik Barut, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi û Hevşaredarê Liceyê Harun Erkuş jî hatibûn girtin, derheqê Hevşaredarê Geverê Tacettin Sefali de jî biryara girtinê hatibû derxistin.

    Piştî ku Hevşaredarê Sûrê Seyid Narin û Hevşaradarê Farqînê Yuksel Bodakçi hatibûn girtin, ji wezîfeyê hatibûn bidûrxistin.

    Herwiha li navçeya Milazgir û Kopa Mûşê 2 welatiyên bi navê Ismaîl Taylan û Remzi Coşkun û li Bedlîs û Amedê jî 4 kes hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Frederike Geerdink cara diduyan hate girtin
    Li gelek bajar û navçeyan girtin û binçavkirin didomin
    Li Bazîdê 6 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Semra Kaya, Nisêbîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de