09:51 18 Tebax 2017
Zindî
    PKK

    LEZGÎN - PKKê dîlen Tirkîyayî azad kirin

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Hat zanîn ku PKKê ew 20 welatiyên Tirkiyayê yên ku meha Tebaxê ya îsalîn ji aliyê gerîlayan ve hatibûn girtin, berdane.

    Navendan Nûçeyan — PKKê ragihand ku 11 karmendên gumrikê û 9 karkerên ku meha borî ji aliyê gerîlayan ve hatibûn girtin, hatine berdan û radestî nûnerên saziyên sivîl hatine kirin.

    Li gorî ku PKKê ragihandiye, radestkirina wan girtiyan, bi awayekî fermî û bi îmzekirina protokolê hatiye kirin.

    Biryar bû ku PKKê ew girtî roja 5ê vê mehê berdana; lê hatibû gotin ku ji ber balafirên şer ên Tirkiyayê, ew derfet çênebûye.

    Nayê zanîn bê ka ev karê PKKê gavek ji bo ragihandina agirbestê ye yan na.

    Tê zanîn, piştî ku 2 polêsên Tirkiyayê li bajarê Sirûcê yê bakurê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hatin kuştin, Tirkiyayê jî şeva 25ê Tîrmeha îsalîn, kampên PKKê yên li başûrê Kurdistanê dan ber bombeyan, bi vî rengî agirbesta navbera her du aliyan nema.

    Navên wan karmend û karkerên ku di destê PKKê de bûn, ev in:

    Mehmet Temel
    Emre Çelik
    Remzi Acar
    Şevket Sargin
    Ibrahim berat dursun
    Haci Baki Icat
    Omer Faruk Koyuncu
    Alî Karaçinar
    Gokhan Guven
    Vahit Yilmaz
    Adnan Kaya
    Mehmet Armagan
    Ergun Tay
    Kemal Suha Ozer
    Ahmet Maraşlıoglu
    Metin Acar
    Hasan Gokdoğan
    Ayşe Şen
    Bahadir Kiliçaslan
    Aydogan Kavak

    Bi heman mijarî:

    Li Îdirê êrişî wesayîta polêsan: 11 kuştî
    Li hemberî endamên PKKê êrişa hewayî dest pê kir
    Nav û welatên wan leşkerên kuştî eşkere bûn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de