07:31 21 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokên PYDê

    PYD rexneyan qebul nake, 10 kes avetin zindanê

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî aşkere kir ku desthilatdariya kantonên kurdî yên li Suriyayê li dijî kesên ku wan rexne dikin helwesteke tund digire û dadgeheke dadwerane jî li wan qedexe dike.

    Rojava — Li gor raporta Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî ku duh (07.09.2015) hatiye belavkirin, tê gotin ku çendîn rûdanên bi belge hene û diselmînin ku desthiladariya kurdan a li Suriyayê, tenê ji ber ku hinek kesan ew rexne kirine, girtine. Di raportê de hatiye wiha gotin: 'Nabe ku PYD tenê şerê li dijî DAIŞê bike hincet û di bin desthiladariya xwe de mafên mirovan binpê bike.'

    Rêxistina eşkere dike ku bi 10 kesên girtî yên zindanên bakur û rojhilatê Suriyayê (Rojavayê Kurdistanê) re hevdîtin pêk anîne. Aşkere bûye ku rewşa zindanan li gorî normên giştî ne û ne qelebalix in. Lêbelê ev çend sal in ku hinek kes girtî ne; bêyî ku derbarê wan de tohmetên wan bêne eşkere kirin an jî bêne dadgeh kirin.

    Li gorî raportê, hinek kesên ku şandine dadgehê jî diyar kirine ku dadgeh bi temamî ne dadperwerane bûye. Raport dibêje ku girtî ji mafên xwe yên bingehîn hatine bêparkirin, nikarin parêzer an jî endamên malbatên xwe bibînin.

    Di raportê de hatiye gotin ku hindek kesên ku di girtîgehan de ne, erebên xelkê navçeyên nêzîkî desthiladariya kantonan in, bêyî ku tu belgeyek fermî hebe, bi tohmeta alîkariya DAIŞê kirine, hatine girtin.

    Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî dibêje: 'PYDê li hemberî partiyên kurdan ên ku muxalifê wê ne jî, qanûna terorê bi kar tîne.'

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê navên Goran, Soran, Mukriyan, Baban, Erdelan û Hewramî...
    Nav û welatên wan leşkerên kuştî eşkere bûn
    Li dibistanên Rojava de bi felsefeya Ocalan tê perwerdekirin
    YPGê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir
    Etîketan:
    Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de