22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    balafir

    Li hemberî endamên PKKê êrişa hewayî dest pê kir

    © AFP 2017
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Piştî êrişa Oremarê ya ku di encamê de 16 leşker hatibûn kuştin îro berê sibehê ji balafirgeha Amedê 35 heb F-16 û 18 heb jî F-4 balafirên şer ber bi 20 cihên PKKê yên tesbîtkirî firiyan.

    Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin 40 endamên PKKê di encamê de jiyanên xwe ji dest dane.

    Di operasyona hewayî de kampên li Qendîl, Xakurk, Avaşîn, Metîna, Basyan, Garê û Zapê hatine bombekirin. Hinceta vê operasyonê ew e ku riya Oremar û Geverê ku bi qasî çend rojan girtî mabû. Leşkerên Tirkiyayê xwestibûn rê vekin û operasyon dabûn destpêkirin. Di operasyonê de leşker rastî mayîn û bombeyên hêzên PKKê hatibûn, di encamê de 16 leşker hatibûn kuştin.

    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de