09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî

    Li Îranê navên Goran, Soran, Mukriyan, Baban, Erdelan û Hewramî...

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10210

    Li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê, navên meydan û taxên bajêr dibin kurdî.

    Sînê — Encumena bajarê Sine guhertina navên beşek ji tax û meydanên bajêr pesend kir û ragihand ku ew nav dê bi kurdî bên danîn.

    Li gorî malpera fermî ya Îranê, berpirsê Komîsyona Kulturî ya Encumena Sineyê Behadîn Husênî diyar kiriye ku navên hinek tax û deverên Sineyê xelet bûne û navên hinek ji wan li dijî kultura kurdî bûne.

    Husênî aniye ziman ku hinek tax û meydanên bajêr qet navên wan nehatibûn danîn û da zanîn ku encumena bajarê Sineyê guhertina navên 45 tax û deverên bajêr pesend kiriye; lê tenê 25 nav ji aliyê Qaymeqamiya Sineyê ve hatine pejirandin.

    Wî endamê encumena bajarê Sineyê her wiha ragihandiye ku li ser wan tax û deverên bajêr navên kurdî yên mîna Erdelan, Baban, Mukriyan, Badînan, Goran, Soran û Hewramî hatine danîn.

    Li gorî agahiyên rayedarê Sineyê Husênî, navên kesayet û navdarên bajêr jî li ser hinek tax û meydanên Sineyê hatine danîn. Mînak; meydana sereke ya Sineyê, navê hunermendê navdarê kurd Elî Esxer Kurdistanî lê hatiye danîn.

    Behadîn Husênî her wiha gotiye: 'Qesta me ji vê yekê ew e ku em bajêr û navdarên kurd bi gel bi taybetî bi xort û ciwanên bajêr bidin nasîn. Gel jî ji vê yekê pir kêfxweş e.'

    Bi heman mijarî:

    Li dibistanên Rojava de bi felsefeya Ocalan tê perwerdekirin
    YPGê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir
    Li Stenbolê ciwanek ji bo ku di telefonê de 'kurdî' axiviye hat kuştin
    Etîketan:
    Behadîn Husênî, Sîne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de