02:11 21 Tebax 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê

    Li Stenbolê ciwanek ji bo ku di telefonê de 'kurdî' axiviye hat kuştin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 146 0 0

    Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê ciwanek dema ku li rawestgehê benda otobusê bû, di telefonê de bi kurdî diaxivî, komekê êrişî wî kir û bi 8 derbeyên kêrê kuşt.

    Li gorî nûçeya Evrenselê, li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê, ciwanê bi navê Sedat Akbaş li rawestgeha nêzikê qehweyeke ku aydî ulkucuyên MHPê ye li benda otobusê bû, ji ber ku di telefonê de kurdî axiviye rastî êrişê hat. Nijadperestên ulkucî, ciwanê kurd Sedat Akbaş bi 8 derbeyên kêrê birîndar kir û kuşt.
    Hat ragihandin ku ciwanê Kurd Sedat Akbaş ji Batmanê ye û berî 3 mehan ji bo xebatê hatiye Stenbolê. Bavê Sedat Akbaş jî derbarê cenazeyê kurê xwe de axivî û got: ‘Me ji bo cenazebirinê ji Şaredariya Stenbolê ya Mezin wesayitek xwestiye. Lê wan ji bo cenazebirinê wesayit nedaye me'. Hat hînbûn ku malbatê cenaze bi otobusê biriye.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê di 3 rojên dawîn de 6 kes hatin kuştin
    Li Cizîrê ciwaneke din jî hat kuştin
    Reuters: Li Oremarê 16 kuştî
    HPG: 31 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    Sedat Akbaş, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de