05:07 20 Tebax 2017
Zindî
    Polês - şer- pevçûn - qedexe- operasyon - çalakî

    Li Cizîrê di 3 rojên dawîn de 6 kes hatin kuştin

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li Cizîrê dawî li kuştinan nayê. Di 3 rojên dawî de 6 kes ji hêla nîşangir û polêsan ve hate kuştin.

    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hejmara kuştinan zêde dibe. Li navçeyê ev 3 roj in bênavber derketina derve tê qedexe kirin û pevçûn çiqas diçe dijwartir dibin. Di 3 rojan de, 4 jê ciwan, yek jê dergûşa 35 rojî 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku 5 welatî jî bi guleyên nîşangiran birîndar bûne.

    Di dawiya 3 rojan de Mehmet Tahir Yaramiş (dergûşa 35 rojî), Cemile Çagırga (13), Sait Çagdavul (19), û Osman Çagli ji hêla polêsan ve hatin kuştin.  Haci Ata Borçin (70) û Xetban Bulbul jî dema pevçûnan de krîz derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li navçeyê 2 jê zarok 5 sivîl jî birîndar bûne. Navên kesên ku birîndar bûne wiha ne: H.B (15), B.Î (16), Umran Asrak (18), Zinet Dirican (30), Meryem Îşcen (40).

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê ciwaneke din jî hat kuştin
    Li Cizîra Botan şer giran dibe: 4 kuştî bi dehan birîndar
    Li Silopiyê ciwanekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Cemile Çagırga, Osman Çaglî, Sait Çagdavul, Mehmet Tahir Yaramiş, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de