12:26 19 Tebax 2017
Zindî
    Kadrî Yildirim

    Kadrî Yildirim li TBMMê cara yekem pêşniyaza bi kurdî da

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5610

    Parlementerê HDPê Kadrî Yildirim, cara yekem li TBMMê pêşniyaza kurdî pêşkêş kir da ku Wêzîrê Perwerdehiyê Nabî Avci bibersivîne.

    Parlementerê HDPê Kadrî Yildirim ku li Zanîngeha Artukluyê serokê beşa kurdolojiyê bû, derbarê mamosteyên ku ji beşa Zimanê Kurdî destûr girtine de pêşniyazeke ku bi temamî kurdî hatiye nivîsandin, da serokatiya meclisa tirk. Girîngiya vê pêşniyazê ew e ku, di dîroka meclisa tirk de cara yekem bi temamî bi kurdî hatiye nivîsandin.

    PÊŞNİYAZ
    PÊŞNİYAZ

    Pirsên di pêşniyazê de ev in:
    —   Ji bo dersa kurdî, giliyên weke hin rayedar bi sedema ‘pol tuneye' û ‘mamosteyê kurdî tuneye' nahêlin dersa kurdî hilbijêrin gihiştiye Wezareta we?
    —   We ji bo kesên ku ji zimanê kurdî re tehemul nake û hilbijêrîna dersa kurdî asteng dike tedbîrên çawa hilaniye?
    —   Di sînorên Tirkiyayê de bi milyonan kurd dijîn. Tê dîtin ku li dibistanan xwendina dersa Zimanê Kurdî bi fîîlî nayê kirin. Li gorî vê yekê,  tu xabateke wezarete we derbarê perwedehiya bi zimanê zikmakî de heye?
    —   Qanûna Esasî ji bo perwedehiya zimanê zikmakî îmkan nade. Li gorî vê yekê, derbarê vê meseleyê de nêrîna wezareta we çawaye? 

    Hêjayî gotinê ye ku ev pêşniyaz bi kurdî hatiye nivîsandin û agehiyên din ên li ser pêşniyazê bi tirkî ne. Wekî mînak navê grûba HDPê, hejmar û dîrok tev bi tirkî ne. Ev jî nîşan dide ku HDP negihiştiye wê astê ku duzimaniyê an jî pirzimaniyê di nava xwe de çareser bike.

    Bi heman mijarî:

    Şahbanûya Palmîrayê li Şamê derket pêşberî gel
    Rêza welatan di îndeksa pêşveçûnên futbolê de
    Serokwezîrê Finlandiyayê deriyê mala xwe ji penaberan re vedike
    Etîketan:
    HDP, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de