02:07 18 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş

    Demirtaş: ‘Tu hinceteke kuştinê tuneye'

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Demirtaş derbarê şerê Oremarê de axivî û got: ‘Tu hinceteke kuştinê tuneye'. Her wiha Demirtaş bernameya xwe ya li Ewropayê betal kir û hate ragihandin ku vedigere welat.

    Hevserokê Giştî yê HDPê Demirtaş, derbarê şerê li Oremara Geverê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: ‘Tu hinceteke kuştinê tuneye. Ew aghiyên mirinê yên ku her roj tên guhê me, ne qedera me ne. Him  li birayên me yên ku duh li Colemêrgê mirine him jî ji zarokên me yên ku li Cizîrê hatine kuştin Xwedê rehma xwe li wan bike. Em teslîmê polîtikayên şerê qirêj nabin. Di cihê kîn û nefretê de, em gişt mecbûr in ku çareseriya aştiyê bibînin. Çi dibe bila bibe, ji xeynê riya îsrara li ser aştiya zêdetir, her rê me ji mirovatiya me dûr dixe û birînên me kûr dike. Xwedê sebir bide me hemûyan, serê me sax be.

    Bi heman mijarî:

    HPG: 31 leşker hatin kuştin
    Li Amedê polês rastî êrişê hatin: 2 kuştî
    Li Geverê teqîn: Kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    HDP, Selahattîn Demîrtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de