02:27 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên tirk

    TAYBET- Termên leşkerên Tirkiyayê di destê PKKê de ne: 30 kuştî

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 163 0 0

    Derbarê êrişa ku li herêma Oremara navçeya Geverê li dijî leşkerên Tirkiyayê pêk hatibû de hate îdiakirin ku termên leşkerên kuştî ketine destê PKKê.

    Fatîh Altaylî
    © Foto: twıtter
    Fatîh Altaylî

    Derbarê êrişa ku li herêma Oremara navçeya Geverê li dijî leşkerên Tirkiyayê pêk hatibû de hate îdiakirin ku termên leşkerên kuştî ketine destê PKKê. Hat zanîn ku bêrî vê êrişê jî hêzên PKKê bi çend rojan amadehiyên êrişê kirine û çekên giran kişandine cihê bûyerê.

    Duh êvarê li bejahiya herêma Oremarê li hemberî wesayîtên leşkeran ku ji bo operasyonê derketibûn êriş pêk hat. PKKê bi sê milan ve bi çekên lûledirêj û roketavêjan ve êriş bire ser wesayitan û di encamê de pêvçûnêk dijwar rûda.

    Ji aliyekî din ve gelê herêmê bi PKKê re hevdîtinan pêk tîne da ku termên kuştiyan teslîm bigire.

    Wekî din rojnamevanê tirk ê navdar Fatih Altaylı jî li ser hisabê xwe yê Twitter ragihand ku ‘30 leşker hatine kuştin û termên kuştiyan di destê hêzên PKKê de ne.'

    Bi heman mijarî:

    Li Muşê teqîn: 8 leşker birîndar in.
    Li Kerboranê teqîn: 4 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    PKK, Fatih Altaylı, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de