12:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Rêdûr Xelîl

    Nûnerê YPGê Xelîl: Civata Neteweyî ya Sûriyayê şaxa DAIŞê ya siyasî ye

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Nûnerê YPGê Rêdûr Xelîl, Civata Neteweyî ya Sûriyayê (CNS) bi alîkariya DAIŞê sûcdar kir û got: 'CNS xêrxazên ku ji welatên rojavayî tên ji bo berjewendiya DAIŞê bi kar tîne.

    Di daxuyaniya çapameniyê de Xelîl da xuyakirin ku ‘li bakurê Sûriyayê CNS peywira beşa siyasî ya DAIŞê girtiye ser xwe.'

    Divê welatên Rojavayî têkiliyên xwe bi CNSê re bi ber çavan re derbas bikin

    Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de îdia got ku ‘CNS beşa siyasî ya DAIŞê ye. CNS û hikumeta demkî ku ji hêla CNSê ve hatiye avakirin ji bo DAIŞê piştgiriya siyasî û aborî dike. Em ji vê alîkarî û piştgiriyê haydar in. DYA û Ewropa divê têkiliyên xwe yên digel CNSê bi ber çavan derbas bikin. Ev bloka muxalif li ser navê piştgiriya gel xêr û bera xêrxwazên dinyayê berhev dike û ji DAIŞê re dişîne. Di destê me de delîl hene ku CNS DAIŞê fînanse dike.'

    Bi heman mijarî:

    PYD lîdertîya xwe xurt dike
    PYD gefan li alîgirê partiyên Kurdî yên Rojava dixwe
    Etîketan:
    CNS, PYD, Rêdûr Xelîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de