09:01 17 Tebax 2017
Zindî
    Fûad Husên

    Civîna partiyên Kurdistanê hat bipaşxistin

    © Foto: KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Daxuyaniyek ji Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê civîna aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand: Li ser daxwaza nûnerê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê ya ji bo bipaşxistina civîna aliyên siyasî û piştî rizamendiya her yek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê, Tevgera Goran, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, biryar hate dayîn ku civîna roja yekşemê (06/09/2015) heta heftiya pêş bê bipaşxistin û roja yekşema bê (13/09/2015) li heman dem û cihê diyarkirî bê lidarxistin.

    Fûad Mehsûm
    © AFP 2017/ Haidar Hamdani
    Mebesta paşxistina civînê jî ji bo wê yekê ye ku ji bo lidarxistina civînên navxweyî û hevbeş li gel hev, aliyan pêwistî bi demeke zêdetir heye. Herwiha bi mebesta guftûgokirin û nirxandina komek pêşniyarên di vê maweyê de û amadekirina wan ji bo kombûna pêş de.

    Her wiha Fuad Husên ragihand ku ew hêvîdar in kombûna pêş de bêalî be û bi helwesteke yekgirtî û hevbeş xelkê Kurdistanê bêne şad kirin û li gorî berjewendiya gelê Kurdistanê be.

    Fuad Husên

    Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê

     

    Bi heman mijarî:

    PDK û YNK pirsa hilbijartina serokê herêm gotebêjkirin
    PDK bersiva Serokomarê Îranê da; Pêşmerge cîhanê diparêze
    Etîketan:
    KRG, Fûad Husên, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de