05:15 20 Tebax 2017
Zindî
    Endamê Azadiyê Atila Pay

    TAYBET- Endamê Azadiyê Atila Pay: ‘Cizîr nalenal dike'

    © Foto: Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11601

    Endamê Civata Rêvebiriyê ya Tevgera Azadiyê Enes Atila Pay ji Sputnîkê re ragihand ku:

    Roja 4ê Îlonê bi mîkrofonên mizgeft û şaredariyê qedexeya derveyî malan hate îlankirin.

    Jixwe beriya vê agehdariyê bi çend rojan bajar vegeriyabû kampeke leşkerî her der bi wesayîtên ewlehiyê hatibû dorpêçkirin.

    Li Cizîrê hemû dibistan û sitargehên xwendekaran ji bo ekîbên taybet ên ji derveyî bajêr sewqkirî hate veqetandin.

    Li ser hinek taxan hewaya şerekî hate meşandin. Elektrîk, av û înternet hate birîn û bajar dagerandin zindaneke fireh û dorvekirî. Bi bajar ji ber dengê fîşeng, bombe û roketan nalenal dike.

    Dewlet dixwaze heybeta xwe li gelê Cizîrê bide qebûlkirin. Ji bo ku çavê gel bitirsînin dorhêleke şerekî gav bi gav tê avakirin. Her çiqas ji bo operasyoneke li ser taxa Cûdî, Nûh, Sûr û Yafesê hatibe destpêkirin jî armanca vê serdegirtinê ya rastîn

    çewsandin û pirçiqandina gel bajêr gişkî ye. Mixaze, dukan, firne û nexweşxane bi temamî hatine girtin.

    Gujeguja erebeyên leşkerî ye li nava bajêr, nahêlin kesek derkeve ber paceya xwe an jî şêmîka deriyê xwe. Rayedarên dewletê bajêr dernakevin ber telefonên siyasetmedaran. Ji ber ku hêz û îradeyeke bi ser van rayedaran re nahêle ku bersivê bidin kesî.

    Niha mal û kolan bi dengê bombe û fîşengan nalenal dikin. Êvaran gelê bajêr, wekî çalakiyeke protestoyî bi tas û qasikên xwe deng derdixin; lampeyên xwe pêdixin û dadimirînin.

    Kes nikare birîndaran bibe nexweşxaneyekê û hemû cihên dermankirinê di bin dorpêçkirina leşkeran de ye. Jixwe kesên ku bikaribin herin jî nayên tedawîkirin, ji ber ku hundirê nexweşxaneyan jî bûye baregeheke leşkerî.

    Bi heman mijarî:

    Muslim giliyê Barzanî dike
    Reuters: Li Oremarê 16 kuştî
    Etîketan:
    Enes Atila pay, Cîzre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de