13:06 21 Tebax 2017
Zindî
    Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê

    Reuters: Li Oremarê 16 kuştî

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Çavkaniyeke ewlehiyê ji Reutersê re hejmara kuştiyên Oremarê eşkere kiriye û gotiye: 'Di êrişê de 16 leşker hatine kuştin. Ji ber şert û mercên hewayî helîkopter nikarin herin herêmê.'

    Serokerkaniya Artêşa Tirkiyayê derbarê teqîna Oremarê de daxuyanî dabû û gotibû kuştî û birîndarên me hene. Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya ku daxuyanî dabû Reutersê hejmara kuştiyên Oremarê wekî 16 leşkerên kuştî nişan dabû û gotibû ku ‘ji ber şert û mercên hewayî helîkopterên tearuzê nikarin herin herêma ku şer lê qewimiyê.'

    8 leşkerên birîndar li nexweşxaneya Geverê ne

    Hate diyarkirin ku li herêmê operasyon berdewam in û 8 leşkerên ku li Oremarê birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê li ser wesayitekê êriş: 1 mirî, 1 birîndar
    Li Muşê teqîn: 8 leşker birîndar in.
    Etîketan:
    PKK, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de