11:00 20 Tebax 2017
Zindî
    ypg-bayrak

    YPGê encama şerê Kobaniyê eşkere kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Rêveberiya Yekîneyên parastina Gel (YPG) diyar kir ku di encama şerê Kobaniyê de 4 hezar û 896 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 861 şervanên wan jî şehîd ketine.

    Rêveberiya YPGê di navbera 28ê Tebaxê û 1ê îlonê de, konferansek bi navê "Berxwedana Kobaniyê" li dar xist û derbarê encamên wê konferansê de daxuyaniyek belav kir.

    YPGê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di şerê Kobaniyê de 4 hezar 896 çekdarên rêxistina DAIŞê hatine kuştin û ji wan termên 2 hezar 8 kesan ketine destê hêzên YPGê.

    Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku di wî şerê li hemberî êrişên çekdarên DAIŞê de li ser Kobaniyê, 861 şervanên YPG-YPJê şehîd ketine û 2 hezar 192 jî birîndar bûne.

    Her li gorî daxuyaniya YPGê, 151 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê hatine têkbirin, 17 tank û 5 panzer hatine rûxandin û 63 otomobîlên tijî teqemenî wan bi xwe teqandine yan jî YPGê ew teqandine.

    Hate diyar kirin ku krîza Sûriyayê dê bi riya Sûriyayeke federal, demokrat, azad û dadmend bê çareserkirin û YPGê destnîşan kir ku hêzên wan girêdayî peymana Cenêvê ne ku wan îmze kiriye.

    Bi heman mijarî:

    PYD gefan li alîgirê partiyên Kurdî yên Rojava dixwe
    PYD lîdertîya xwe xurt dike
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Etîketan:
    PYD, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de