00:06 21 Mijdar 2017
Zindî
    huda par

    Huda-Par: Dewletê û PKKê xelk xapandin

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Partiya Doza Azad (Huda-Par) ragihand ku dewletê û PKKê xelkê kurd û tirk xapandine.

    Li Ameda bakurê Kurdistanê Huda-Parê derbarê şer û pevçûnên dawîn ên bakurê Kurdistanê de daxuyaniyeke çapemeniyê da û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe pêşkêş kir.

    Daxuyanî ji aliyê Serokê Huda-Para Amedê Şehmus Tanrikulu ve hate xwendin.

    ŞehmusTanrikulu amaje kir ku piştî xeletiyên dewletê û PKKê dîsa şer û pevçûnan dest pê kirin û her du alî jî dibêjin ku ew hatine xapandin, lê ev yek ne rast e û yê hatî xapandin xelkê kurd û tirk e.

    Tanrikulu anî ziman ku ji bo rawestandina şer muxatabê dewletê PKK ye; lê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatab hemû dezgeh û partiyên Kurdistanê ne û bi tena serê xwe PKK nikare nûnertiya kurdan bike.

    Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî Tanrikulu pêşniyarên partiya xwe pêşkêş kirin û got: 'Pêwist e zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê duyêmîn û herwiha makezagoneke sivîl û mafnas were duristkirin.

    Tanrikulu da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd li gorî îslamê jî wacib e û pêwist e ku hemû mafên kurdan ên xwezayî werin naskirin.

    Bi heman mijarî:

    Qaymeqamê Berwariyê: ‘Bila ew mela êdî nekeve mizgeftên me'
    DÎVES: ‘Diyanet teşwîqî şer dike'
    Şervanê HPGê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Li Amedê 2 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar in
    Li Amedê derketina derve hat qedexekirin
    Li Silopiyê ciwanekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    şehmus tanrıkulu, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de