06:30 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mizgeft

    Qaymeqamê Berwariyê: ‘Bila ew mela êdî nekeve mizgeftên me'

    © Foto: Cesim İLHAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 435 0 0

    Li gorî nûçeya ku nivîsa qaymeqamtiyê jî weşandiye Mela Mihemed Emîn Idin ê ku 14 meh in li gundê Hosyana Berwariya bi ser Sêrtê melatiyê dike ji kar hatiye girtin û jê re hatiye qedexekirin ku têkeve mizgeftên girêdayî Saziya Karên Diyanetê.

    Li gorî nûçeyeke li ser malpera JINHAyê Qaymeqamê Berwariyê ji muxtar û qereqola jendirmeyan re nivîsek şandiye ku, nehêlin melayekî  kurd têkeve mizgeftan.

    Li gorî nûçeya ku nivîsa qaymeqamtiyê jî weşandiye Mela Mihemed Emîn Idin ê ku 14 meh in li gundê Hosyana Berwariya bi ser Sêrtê melatiyê dike ji kar hatiye girtin û jê re hatiye qedexekirin ku têkeve mizgeftên girêdayî Saziya Karên Diyanetê. Li gorî agehiyê Mela Mihemedî li mizgeftê waezên bi kurdî didane gelê gund û zarokan wan hînî Quranê dikir.
    Wekî ku ji nûçeyê û belgeyê diyar dibe ev mela êdî nikare li tu derê melatiyê bike. Di belgeya weşandî de qaymeqam bi awayekî veşartî dibêje ‘ji ber sedemeke pêwist' ev biryar wergirtine û ‘ev kes çalakiya xwe li kîjan mizgeftê bimeşîne bila agehiya qaymeqamtiyê pê hebe.'

    Li gorî gundiyan, mafê qaymeqamtiyê nîn e ku mizgeftê li melayî qede bike. Jixwe ev mela ji dewletê mehaneyekê wernagire û gundî di nava xwe de jê re pereyan berhev dikin da ku bikaribe kar û barê mala xwe û melatiya xwe bidomîne. Îcar çi heqê wan heye ku melayê ku ne karmendekî wî ye ji mizgeftan biavêje.
    Piştî biryara qaymeqamtiyê gelê gund naçe mizgeftê û ibadeta xwe di çadireke li meydana gund dike. Li gorî ruspiyên gund ‘Elî Bulut û Sidîq Kara hinceta qaymeqamtiyê ew e ku mela bi kurdî waezan dide. Mela Mihemedê ku heta niha ji 300î bêhtir xwendekarî li ber destê wî xwendine, niha li çadira meydana gund li ser mezheba şafiî kar û barê hînkirina dînê îslamê dike.
    Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyayê di hemû dezgehên fermî de perwerdehiya olî li gorî mezheba henîfî tê dayîn. Ji ber zexta dewletên rojavayî gelên kêmar ên wekî rûm, ermenî, cihû, suryanî û keldanî li gorî ayîna xwe û mezhebên xwe yên katolîk, protestan, ortodoks û gregoryan dikarin ibadeta xwe bikin; lêbelê kurd, tirkman û erebên ku ji hinek mezheb û fraksiyonên cuda ne, nikarin bi zimanê xwe yî zikmakî ibadeta xwe bikin. Wekî mînak ji sedî 90ê kurdan li ser mezheba şafiî ye; lêbelê saziya diyanetê perwerdehiya bi vê mezhebê nade û yên didin jî ji civakê bi dûr dixîne.
    Zanyar numûneya tatarên Rûsyayê gelekî demokratîk û însanî dibînin. Ji ber ku beşek ji welatiyên Rûsyayê misilman in, Rûsya tevî Rêxistina Konferansa Îslamî bûye û mafê ibadetê yê bi zimanê zikmakî bi qanûnan parastiye. Li gorî rewşa heyî tatar û gelek etnîsîte yên misilman ên dikarin di mizgeftên xwe de bi zimanê xwe ibadet bikin û perwerdehiya xwe ya ayînî dîsa bi zimanê bav û kalên xwe pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    DÎVES: ‘Diyanet teşwîqî şer dike'
    Îsmet Sezgîn: ‘Dewletê ji Hîzbullahê re dengê xwe nekir'
    Rejîma Îranê kincê kurdî qedexe kirin
    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    Etîketan:
    Diyanet, Qaymeqamê Berwariyê, Mela Mihemed Emîn Idin, Sêrt, Berwarî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de