07:40 21 Mijdar 2017
Zindî
    ferhat encu

    TAYBET- Parlamenterê HDPê Ferhat Encu: 'Kuştî û birîndar hene'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 111 0 0

    Li Cizîr û Sûrê ku derketina derveyî hatibû qedexekirin, şer bi awayekî dijwar berdewam dike.

    Parlementerê HDPê Ferhat Encû ji Sputnikê re axivî û got: ‘ Li Cizîrê ji duh heta niha 5 kes hatine kuştin'

    ‘Bi dehan birîndar hene'

    Ferhat Encû ku niha li Cizîrê ye diyar kir ku şer û pervçûn bi awayekî dijwar berdewam dike, bi dehan kes birîndar bûne û li navçeyê telefon nakşînin. Herwiha dibe ku hejmara birîndaran zêdetir be jî.

    Ferhat Encû got: ‘Polêsan nehişt em biçin taxên Nûr û Cûdiyê ku şer bi giranî didome. Ji taxan dengê guleyan û teqînan tê. Ji ber şer û qedexekirina derve jiyan sekiniye. Li serê her kolanekê wesayitên zirxdar hene, telefon nakşînin, av hatiye birîn. Rewşa gel ne baş e.'

    ‘Li Sûrê dawî li şer nayê'

    Navçeya Sûrê cihê din ê ye ku derketina derveyî hatiye qedexekirin. Hate ragihandin ku li navçeyê şer didome. Parlementerê HDPê Çağlar Demirel ku niha li Sûrê ye ji Sputnikê re axivî.

    Demirel got: Şer hêj berdewam dike. Hejmara kesên hatine kuştin nediyar e. Di encama pevçûnan de kesek birîndar bû. Gelek ambulans û îtfaiye tên vir. Polês nahêle ku em biçin cihê bûyerê. Ewlehiya jiyana sivîlan tuneye. Ji firokeyan bombeyên gazê tên avêtin. Gelek mal tên gulebarankirin. Agir berdane Komeleya Welatiyên Azad û nahilên ku îtfaiye biçe û damirîne.

    Teqin - Amed - şer - pevçûn
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran

    Çaglar Demirelê got: ‘Polêsan bi ser min û parlementerê HDPê yê Amedê Ziya Pir de gule barandin. Derbarê bûyeran de me xwest ku em bigihêjin walî, lê bersiv neda me.'

    Bi heman mijarî:

    Polêsê Hewlêrê ji bo mirine Ciwanroyî: "Ne qeza ye komplo ye"
    Dengîr Mir Mehmet Firat: ‘Ez ji Mêrsînê bûme bernamzetê HDPê'
    Partîyên kurdan li çareseriyeke guncaw digerin
    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    Etîketan:
    Çaplar Demirel, Ferhad Encû, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de