19:57 23 Mijdar 2017
Zindî
    Fereydûn Ciwanroyî

    Polêsê Hewlêrê ji bo mirine Ciwanroyî: "Ne qeza ye komplo ye"

    © Foto: Rudaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Diyar bû ku Endamê Buroya Sîyasî ya PDKê û Fermandarê Eniya Xazir a Hêzên Pêşmerge Fereydûn Ciwanroyî yê ku hefteya borî jiyana xwe ji dest dabû, ne bi bûyera tirafîkê miriye.

    Polêsê Hewlêrê di daxuyaniyekê de wiha ragihand: 'Fereydûn Ciwanroyî ne bi bûyereke tirafîkî jiyana xwe ji dest daye, ew rastî êrişeke çekdarî hatiye û otomobîlên xwe li ya wî qelibandine.'

    Şeva 24ê Tebaxê saet 24:30an, hat ragihandin ku Fereydûn Ciwanroyî di bûyereke tirafîkê de li ser riya Hewlêr — Xebatê jiyana xwe ji dest daye, herwiha zêrevanekî wî jî şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne.

    Polêsê Hewlêrê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: 'Piştî vekirina dosyeya lêkolînê û wergirtina gotina şahidên bûyerê û li gorî kamerayên çavdêriyê yên nêzîkî cihê bûyerê, diyar dibe ku ji destpêka bûyerê de, otomobîleke spî ji cureyê Land Cruser li pişt otomobîla Fereydûn Ciwanroyî dimeşe û bi dû wî dikeve.'

    Li gorî wê daxuyaniyê, 'ew otomobîla spî hewleke mezin dide ku xwe nêzîkî otomobîla Ciwanroyî bike û riya wî qut bike, dema ku nêzîkî otomobîla wî dibe, tawanbar guleyan berdidin otomobîla wî û wê demê ajovan bi hemû awayî hewl dide ku otomobîla xwe rizgar bike, lewma riya xwe diguhere."

    Polêsê Hewlêrê wiha domand: 'Di heman demê de, otomobîleke leşkerî ya zirxdar ku ew jî ya tawanbaran bû, tê û xwe li otomobîla Ciwanroyî dide û di encamê de agir bi otomobîla şehîd Fereydûn dikeve û şehîd dikeve.'

    Li gorî heman daxuyaniyê, 'piştre tawanbar hatin diyarkirin û ketin destê polêsan ku 5 kes in: (B. I. M.), (H. I. M.), (M. I. A), (Î. I. A.) û (N.S.B). Ku her 5 kes jî bi ser malbata (S. S. I.) ne û dijmindar in ligel malbateke bi navê (N.I). Li gorî gotina wan, dihizirîn ew otomobîla dijminê wan e, lewma bi guleyan êrişî otomobîla şehîd Ciwanroyî kirin û piştre otomobîla xwe li ya wî qelibandin.'

    Polîsê Hewlêrê wiha got: 'Piştî wergirtina gotinên wan, her 5 kesa li tawana xwe mikur hatin û dadwer biryara girtina wan da. Niha ew jî di girtîgehê de ne û lêkolîn berdewam e, da ku bigihên cezaya xwe.'

    Bi heman mijarî:

    Viyan Dexîl: 5 hezar û 820 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de bûn
    Serokwezîrê Finlandiyayê deriyê mala xwe ji penaberan re vedike
    Ureykat: Salih Muslim serxwebûna Kurdistanê naxwaze
    Şervanê HPGê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Fereydûn Ciwanroyî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de