19:58 23 Mijdar 2017
Zindî
    kurd-zarok-rojava-

    Partîyên kurdan li çareseriyeke guncaw digerin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Endamê Buroya Sîyasî ya PDKê Mehmûd Mihemedî ragihand ku di mijara pirsa serokatiya herêmê de YNK û Yekgirtû alîgirê çareseriyeke guncaw in ku hemû alî pê razî bibin.

    Endamê Buroya Sîyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Mehmûd Mihemed ragihand ku di hevdîtinên pênçpolî de PDKê sê pêşniyar pêşkêşî aliyan kirine û daxwaz kiriye ku ew jî bijardeyên xwe nîşan bidin.

    Mihemed diyar kiriye ku Yekgirtû çareseriyeke guncaw pêşniyar dike û YNK jî alîgirê çareseriyek guncaw e û dixwaze mijar di nava aliyên siyasî de bê çareserkirin û riyeke baş ji bo vê pirsê bê dîtin.

    Herwiha li gor nûçeya Dengê Amerîkayê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Mihemed Ehmed jî diyar kiriye ku Yekgirtû û YNKê daxwaz kirine ku civîna îro bê paşxistin û aliyên din jî ev yek qebûl kirine. Çav li rê bû ku civîna pênçqolî ya

    partiyên Başûrê Kurdistanê îro 6'ê Îlonê pêk bê. Lê civîn heta roja 13ê Îlonê hate paşxistin.

    Roja 23ê Hezîranê her çar partiyên parlemenê YNK, Goran, Yekgirtû û Komel li Parlemena Kurdistanê rûniştinek li dar xistibûn û daxwaz kiribûn ku şêwazê hilbijartina serokê herêmê bê guhertin û serok ji aliyê parlamenê ve bê hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Şervanê HPGê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Polêsan ciwanê 19 salî kuşt
    Îsmet Sezgîn: ‘Dewletê ji Hîzbullahê re dengê xwe nekir'
    Etîketan:
    Mehmûd Mihemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de