05:10 24 Mijdar 2017
Zindî
    Juha Sipila

    Serokwezîrê Finlandiyayê deriyê mala xwe ji penaberan re vedike

    © AFP 2017/ MARKKU RUOTTINEN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokwezîrê Finlandiyayê Juha Sipila destnîşan kir ku ew ê deriyê mala xwe ya li herêma Kempeleyê ji penaberên Sûriyayê ra veke.

    Sipila derheqê mijara penaberan da axivî û wiha got: 'Divê em hemû derkevin pêşberî awêneyê û ji xwe bipirsin bê ku em çawa dikarin ji penaberan re bibin alîkar.'
    Sipila daxuyanî da televizyona YLEyê ya dewleta Finlandiyayê û bangî dêr û rêxistinên civakî yên li herêmê kir ku ji bo penaberan cihên mayînê peyda bikin.
    Sipila destnîşan kir ku Ewropa li ser mijara penaberan ne di nava hevkariyê de ye.
    Di nav endamên Yekîtiya Ewropayê de Filandiya yek ji wan dewletan e ku herî kêm penaberên ji Sûriyayê qebûl dike, ji ber vê jî Swêda cînarê wê rexneyan li Finlandiyayê dike. 

    Bi heman mijarî:

    NY: Li Rojhilata Navîn 13 milyon zarok ji perwerdehiyê mehrûm in
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
    NY: têkbirna maf; mirov li {krayn; berdewam e
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de