05:39 21 Mijdar 2017
Zindî
    Celal Talabanî YNK

    YNK: 'Yan tifaq, yan jî hilbijartina pêşwext'

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    YNKê ragihand ku 'eger di navbera aliyên siyasî de lihevkirinek çênebe, baştirîn riya ji bo çareserkirina vê qeyranê, hilbijartina pêşwext e.'

    Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku heke di navbera aliyên siyasî de li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê de lihevkirinek çênebe, baştirîn riya ji bo çareserkirina vê qeyranê, jilbijartina pêşwext e.

    Ofîsa Rêvebiriyê ya Buroya Siyasî ya YNKê li ser navê Mela Bextiyarî daxuyaniyek belav kiriye û tê de wiha ragihandiye: ‘YNKê di civîna 3ê Îlonê de biryar daye ku eger aliyên siyasî negihên tifaqekê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tu înîsiyatîvekê pêşkêş neke, baştirîn riya ji bo çareseriyê hilbijartina pêşwext e.'
    Bi vî awayî piştî civîna 3ê Îlonê biryara fermî ya YNKê diyar bûye.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir...
    Barzanî ji bavê Alan re got: 'Şîna we şîna me ye'
    TAYBET - Nêrînên Tevgera Azadiyê yên derbarê rojevê de
    Etîketan:
    YNK
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de