04:39 22 Mijdar 2017
Zindî
    Deriyê Sînor

    Deriye gumrikê yê li navbera başûr û bakurê Kurdistanê hat girtin

    © REUTERS/ Abdelrahmin Ismail
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Ji ber şer û pevçûnên li bakurê herêma kurdnişîn, deriyê sînorî yê Brahîm Xelîl ê di navbera bakurê û başûrê Kurdistanê hatiye daxistin.

    Ev çend roj in ku ji ber şer û pevçûnên li Silopî, Cizîrê û herêma Botanê, deriyê sînorî yê Brahîm Xelîl ê di navbera başûr û bakurê Kurdistanê niha daxistî ye. Welatiyên ku dixwazin herin bakur nikarin herin, yên ji wî aliyî jî nikarin bên.

    Mihemed Tahir Cîgirê Rêveberê Deriyê Sînorî ji bo BasNewsê ragihand ku sedema daxistina deriyî ji aliyê bakurê Kurdistanê ve ye û bi biryara dewleta Tirkiyayê ye, tu pirsgirêk ji aliyê başûr nîn e.

    Tahir diyar kir ku ev du roj in bi taybetî jî ji ber girjî û aloziya li Cizîr û Silopiyê derî hatiye girtin. Tahir her wiha daxuyand ku ji her du aliyan ve jî xelk mexdûr bûye û berpirsên Tirkiyayê jî derbarê vekirina deriyî de tu roj an jî muhleteke diyar nadin.

    Bi heman mijarî:

    Şervanê HPGê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Polêsan ciwanê 19 salî kuşt
    Îsmet Sezgîn: ‘Dewletê ji Hîzbullahê re dengê xwe nekir'
    Li Êlihê teqîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de