08:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    Saît Çagdavul

    Polêsan ciwanê 19 salî kuşt

    facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Li navçeya Cizîrê di encama gulebarana polêsan de ciwanê 19 salî Saît Çagdavul jiyana xwe ji dest da, 3 welatî jî birîndar bûn.

    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 3 roj in li ser malan qedexeya derketinê tê meşandin, wesayîtên zirxdar ên polêsan li taxa Nûrê der û dor gulebarankirin û di encama gulebaranê de ciwanê 19 salî Saît Çagdavul jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku polêsan demeke

    dirêj tax gulebaran kirine û di vê navberê de guleyek li qirika Çagdavul ket, lewre jiyana xwe ji dest daye. Ji ber gulebaranê welatiyan cenazeyê Çagdavul li şûna nexweşxaneyê birine mizgefta taxê. Hat hînbûn ku di encama gulebarandinê de 3 welatî jî birîndar bûne û ji ber gulebarana dijwar welatiyan nikarîbûye birîndaran bibin nexweşxaneyê. Dermankirina birîndaran li taxê didome.
    Ji aliyekî din ve li navçeya ku ev 3 roj in pevçûn didome 2 welatî ji hêla nîşangiran ve hatine kuştin û 2 welatî jî ji ber dengê bombe û guleyan qeyrana dil derbas kirine û jiyanên xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Li Êlihê teqîn
    Li Silopiyê ciwanekî jiyana xwe ji dest da
    Li Amedê 2 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar in
    Li Şemzînanê şer
    Îro li Dêrsimê qiyamet e
    Etîketan:
    Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de