04:43 23 Mijdar 2017
Zindî
    Huda Par

    Îsmet Sezgîn: ‘Dewletê ji Hîzbullahê re dengê xwe nekir'

    © Foto: Hurseda
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Wezîrê Karên Hindur ê berê Îsmet Sezgîn di hevpeyvînekê de got: ‘Dewlet li dijî PKKê, ji Hîzbullahê re dengê xwe nekir.'

    BBCya Tirkî, bi sernavê ‘Di salên 90iyan de çi bibû?' nivîseke ji 5 beşan pêk tê weşand. Di beşa 3êyemîn a hevpeyvînê de Îsmet Sezgîn anî ziman ku dewletê ji kirinên Hîzbullahê re dengê xwe dernexistiye û dewlet hin kadroyên xwe di nava refên Hîzbullahê de bi cih kiriye û wan li dijî PKKê bi kar tîne.

    Ji BBCya Tirkî Rengîn Aslan, derbarê bûyerên salên 90î de nivîseke ji 5 beşî pêk tê amade kir.

    Teqin - Amed - şer - pevçûn
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Di beşa 3êyemîn de, hevpeyvîneke bi Wezîrê Karên Hindur ê berê Îsmet Sezîn re hatiye weşandin. Di hevpeyvînê de Îsmet Sezgîn wiha diaxive:

    Salên 90î bi kuştinên xwedî-nediyar ve tê naskirin. Gelo di wan salan de çi bibû?

    Di wê demê de gelek mirin, kuştin û hepiskirin çêbûn. Armanceke me hebû. Ji bo vê armancê me riyên cuda cuda bi kar dianîn. Dema Tansû Çillerê hukimet ava kir, xwest ku hêj girîngtir vê armancê pêk bîne. Tansû Çillerê dixwest ku, ji xeynê polês û cendirmeyan kesên din jî vê peywirê pêk bînin. Ji bo vê yekê hin kesên ku ji derveyî rêbazên peywirdariyê hatibûn amade kirin hebûn. Her çiqas peywirdarên dewletê yên fermî nebin jî, ji bo pêkanîna vê armancê, dewletê xwest ku karên xwe bi destê wan pêk bîne.

    Karên çawa?

    Mînak Ahmet Beg heye. Ew van karan baş organîze dike. Wekî li derveyî welêt organîzekirina êrişên li ser ermeniyan a Îderaya Leşkerî ya 12 Îlonê. Bi destê kesên din ve pêkanîna karên dewletê, ez bi xwe bi awayekî rast û durist nabînîm. Ka wan kesan çi dikir? Îstixbarata ku divê dewletê bikira wan dikir. Kesên ku divê bihatana tunekirin, wan tune dikirin. Di wê demê de li Amedê komeke duyemîn derkete holê. Ew li dijî PKKê bû.

    Ew Hîzbullah bû?

    (Sezgînî ev nav erê nekir û wiha berdewam kir) Me lê dinêrî bê ka ew kes çawa hatiye kuştin. Niha Huda-Par heye, nêzikî wê tevgerê  ye (Hîzbullah). Dewletê ji wan re jî dengê xwe nekir. Sedema dengnekirinê, ji mecbûriyeta dewletbûyînê û daxwaza tunekirina PKKê bû. Ev tişt bi niyeteke baş hat kirin; lêbelê di feraseta min de tiştekî wisa tuneye.

    Bi heman mijarî:

    Li Êlihê teqîn
    Li Amedê 2 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar in
    Li Amedê derketina derve hat qedexekirin
    Etîketan:
    Hîzbullah, îsmet Sezgîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de