18:04 23 Mijdar 2017
Zindî
    Amed

    Li Amedê 2 polîs hatin kuştin û 3 jî birîndar in

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li navçeya Sûrê ya Amedê endamên YDGHê bi roketan êrîş birin ser polêsên tîmên taybet ên Tirkiyayê û di encamê de 2 polês hatine kuştin û 3 jî birîndar bûn.

    Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Demokratîk (YDGH) ku baskê ciwanên PKKê ye, îro danê sibehê li taxa Hasirliyê ya navçeya Sûrê, bi roketan êrîş birin ser polêsên tîmên taybet ên Tirkiyayê.

    Hate zanîn ku roketek li otomobîla zirxpoş a Jammer ketiye û tê de 2 polês hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Roketeke din jî li kargeheke nêzîkî Navenda Ewlehiyê ya Sûrê ketiye.

    Piştî vê rûdanê hejmareke zêde ya polîsan ji Amedê hatine navçeya Sûrê. Li vê navçeyê poêîs dixwazin xendekan dagirin; lê endamên YDGHê rê nadin.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîra Botan şer giran dibe: 4 kuştî bi dehan birîndar
    PKK dîlên tirkiyayî azad dike
    Li Cizîrê derketina derveyî malan hate qedexekirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de