14:53 21 Tebax 2017
Zindî
    AKP

    Li Colemêrgê êrişa li dijî wesayita rêvebirê AKPê: 1 kuştî

    © Foto: akparti.org.tr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Li Şemzînana navçeya Colemêrgê endamên PKKê yên yên ku rê girtibûn, xwestin wesayita Miran Kayayê rêvebirê AKPyî bidin sekinandin.

    Endamên PKKê gule barandin li ser wesayita Miran Kayayê ku rêvebirê AKPê bû. Di encamê de Kaya bê birîn filitî; lê hevalê wî Celal İnan bi giranî birîndar bû. İnan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

    Bûyer îro li herêma gundê Yufkalıya ku li ser riya Şemzînan û Geverê ye qewimî. Endamên PKKê rê birîn û kontrola nasnameyan dikirin. Miran Kaya ku di hilbijartina 7ê Hezîranê de bibû namzed, ji Şemzînanê diçû Geverê. Kaya dema ferq kir ku endamên PKKê girtine û tirsiya ku rastî lêpirsînê were; lewre xwest ku bi paş ve vegere.

    Endamên PKKê bi çekên lûledirêj gule reşandin ser wesayitê, ajovan Kaya bê birîn filitî; lê hevalê wî Celal İnanê ku karê bazirganiyê dikir bi giranî birîndar bû. Celal İnanê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Êrîşên PKK wê çi bandorê li inîsyatîvên siyasî yên kurdî bikin?
    PKK: Êrişên Amedê ragihandina şer e li dijî gelê kurd
    Îranê derbarê êrîşên PKK’ê de hişyarî da Tirkiyê
    Etîketan:
    PKK, Celal İnan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de