11:05 20 Tebax 2017
Zindî
    Cizîr, Sibata 2016an

    Duh li Dersimê îro jî li Cizîrê qiyamet e

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Hat zanîn ku hejmara kuştiyên şerê bajarê Cizîrê derketiye 4an û gelek kes jî birîndar bûne.

    Ji şeva borî pê de rewşa awarte li nava bajarê Cizîra Botan hatiye ragihandin û ji wê demê heta niha şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyayê û şervanên alîgir ên PKKê yên rêxistina bi navê YDG-Hê de didome.

    Li gorî agehiyan, heta niha herî kêm 4 kesan jiyanên xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

    PKK-Murat Karayilan - KCK
    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Tê gotin ku telefon, elektrîk û înternet li nav bajêr hatiye qutkirin û hêzên polêsan nahêlin birîndar li nexweşxaneyan bên dermankirin.

    Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ku li wê derê ye, dibêje: 'Heta niha jî şer didome û gelek kes birîndar bûne; lê hêzên polêsan nahêlin ambulans birîndaran bibin nexweşxaneyan; ji ber wê jî rewşa birîndaran pir xirab e.

    Parlamenterê din ê Şirnexê Ferhad Encû, ku ew jî niha li Cizîra Botanê ye, di li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotiye: "Heta niha jî derketina derveyî malan qedexe ye û şanda ku bi min re hatibû Cizîra Botan, li hundirê nexweşxaneyê asê maye. Jiyana min di metirsiyê de ye; çimkî polîs sîlahê rastî min jî dikin!"

    Li gorî agahiyên wan parlamenteran, derdora 300 polêsên taybet ên tirk bi panzêr û çekên giran ve ketine nava bajêr.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîra Botan şer giran dibe: 4 kuştî bi dehan birîndar
    Leşkerê tirk ê ku DAIŞê revandibû li Reqayê ye
    PYD: ENKS welatiyên rojavayê Kurdistanê ditirsîne
    TAYBET - Li ser tehrîfatên berhemên Seîdê Kurd pirtûkek hate weşandin
    Etîketan:
    Ferhad Encû, Cîzre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de