07:40 21 Tebax 2017
Zindî
    PYD

    PYD: ENKS welatiyên rojavayê Kurdistanê ditirsîne

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Şêwirmendê Serokatiya PYDê Sîhanok Dîbo, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi wê yekê tohmetbar kir ku welatiyên rojavayê Kurdistanê ditirsîne û wan neçar dike ku bibin koçber.

    Heta niha bi sed hezaran kurdên rojavayê Kurdistanê ji ber şer û aloziyê neçar mane ku berê xwe bidin xerîbiyê û di vê riyê de rastî gelek êş, zehmetî û mirinê hatine.

    Partiyên rojavayê Kurdistanê, bi taybetî partiyên ku endamên ENKSê ne dibêjin, yek ji sedemên koçberiya welatiyan, siyaseta PYDê ya li rojavayê Kurdistanê ye; lê PYD vê yekê red dike.

    Sûriye
    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Şêwirmendê PYDê Sîhanok Dîbo ji medyaya PYDê re li ser vê mijarê axivî û diyar kir ku piraniya welatiyên Rojava naxwazin welatê xwe biterikînin; lê partiyên ENKSê wan ditirsînin û wan neçar dikin ku bibin koçber û penaber.

    Sîhanok Dîbo anî ziman ku ENKS, gel ji PYDê û rêveberiya xweser ditirsîne û li dijî serkeftinên YPGê 'daxuyaniyên vala' belav dike, ev jî dibe sedema wê ku xortên Rojava berê xwe bidin Ewropayê.

    PKK-Murat Karayilan - KCK
    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Wî rayedarê PYDê got ku piraniya partiyên ENKSê digotin Kobanî dê bikeve destê DAIŞê û bi vê yekê gel tirsandin û berê wan dane koçberiyê.

    ENKS dibêje, PYD li rojavayê Kurdistanê di bin navê "leşkeriya neçar" de xortan digire û dibe leşkeriyê, ev jî dibe sedema wê ku xort û ciwan ji Rojava derkevin.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Li ser tehrîfatên berhemên Seîdê Kurd pirtûkek hate weşandin
    PKK dîlên tirkiyayî azad dike
    Li Cizîrê derketina derveyî malan hate qedexekirin
    Etîketan:
    Sîhanok Dîbo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de