05:05 20 Tebax 2017
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    PKK dîlên tirkiyayî azad dike

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    PKK amadekariyê dike ku 20 kesên ku ji aliyê gerîlayan ve hatibûn desteserkirin, teslîmî Tirkiyayê bike.

    Gerîlayên PKKê di van demên dawîn de 20 kesên ku 11 jê karmendên gumrika deriyê sînorî yê Serzêrê yê navbera Colemêrg û Dihokê û 9ê din jî karker in, desteser kiribûn.

    Piştî hevdîtin û diyaloga komek sazî û rêxistinên civaka sivîl bi dewleta Tirkiyayê re, PKK razî bûye ku wan welatiyan radestî rayedarên Tirkiyayê bike.

    Tê gotin ku PKK dê îro wan welatiyan li başûrê Kurdistanê radestî nûnerên saziyên sivîl û şandeke HDPê bike; lê ji ber ku balafirên şer ên Tirkiyayê li esmanan digerin, heta niha cihê radestkirinê nehatiye destnîşankirin.

    Berdevkê wezareta karên derve a Amerîkayê John Kirby
    © AFP 2017/ MANDEL NGAN
    Li gorî agahiyan, li aliyekî saziyên sivîl, HDP û rayedarên başûrê Kurdistanê hewl didin ku şerê li Tirkiyayê bidin sekinandin. Li aliyê din jî Amerîka bi awayekî nerasterast dixwaze ku şer bide sekinandin.

    Zêdetirî 40 rojî ye di navbera hêzên PKK û artêşa Tirkiyayê de şer dest pê kiriye û heta niha bi dehan sivîl, polîs, leşker û gerîla jiyanên xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    ‘PKK ji bo rawestandina şer bi dizî ligel Amerîka hevdîtinan dike’
    Êrîşên PKK wê çi bandorê li inîsyatîvên siyasî yên kurdî bikin?
    Etîketan:
    PKK, HDP, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de