02:38 17 Tebax 2017
Zindî
    -Qada Azadiyê - Tehran - Îran

    Îranê nehişt qedirzanîna helbestvanê kurd Celal Melekşa were bibîranin

    © AP Photo/ / Ebrahim Noroozi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3110

    Ewlehiya Îranê bi sedema ku "bombe hatiye danîn" nehiştin merasîma qedirzanîna helbestvan û nivîskarê kurd Celal Melekşa were lidarxistin.

    Biryar bû duh li bajarê Sineya rojhilatê Kurdistanê, merasîma qedirzanîna helbestvanê kurd Celal Melekşa were lidarxistin; lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate astengkirin.

    Yek ji organîzatorên wê merasîmê helbestvan Rehîm Luqmanî, li ser rûdana bûyerê ji malpera kurdpa re got: 'Mixabin me xwe amade kiribû ku dest bi merasîmê bikin lê; hêzên polîsan bi sedema ku bombe hatiye danîn, salon dan valakirin û nehiştin merasîm were lidarxistin.

    Luqmanî da xuyakirin ku tu bombe û keresteyên teqînê li nav salonê û derdora wê nehatin dîtin û got ku destûra fermî ya merasîmê jî hatibû dayîn; lê bi hinceta ku xetereya teqîn û êrişê heye, merasîm hate betalkirin.

    Wî rewşenbîrê kurd li ser îdiayên girtina helbestvan Celal Melekşa û komek nivîskarên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve jî got ku ew nûçe û îdia derew û ne rast in.
    Celal Melekşa sala 1951ê li gundê Melekşa yê Sineyê ji dayik bûye. Celal Melekşa 14 salan berpirsê beşa edebî ya kovara "Sirwe" bûye.

    Yek ji berhemên navdar ên Celal Melekşa, "Naleya Zincîrê" ye.

    Bi heman mijarî:

    Hela Îran-dijmine. Lê Amerîka hetanî li hevalan jî guhdarî dike
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Îran wê bibe partnerê Rûsyayê yê neftê
    Etîketan:
    Celal Melekşa, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de