05:00 24 Mijdar 2017
Zindî
    harekete azadî

    TAYBET - Nêrînên Tevgera Azadiyê yên derbarê rojevê de

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 66 0 0

    Endamê Lijneya Rêvebir a Tevgera Azadiyê Sidqî Zîlan derbarê rojeva Tirkiye û Kurdistanê de ji Sputnikê re axivî

    Zîlan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ‘Kurdistan dişewite; leşker, polês û gerila tên kuştin û bi giştî gele kurd bedelên giran dide. Jiyan û mafê însanî tê sabotekirin.'

    Zîlan di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘Dewlet dibêje PKKê, PKK jî dibêje dewletê şer da destpêkirin û agirbest xera kir,  her du alî hev gunehbar dikin. Ya rastîn pirsgirêka herî mezin nebûna çavdêrekî sêyemîn an jî saziyeke navneteweyî ye. Dema çavdêrekî sêyemîn di nava wan peymanên PKK û dewletê de hebûya wê deme mirov ê bizanibûya bê kî ev şer da destpêkirin. Pêvajo divê gelekî zelal be.'

    Zîlan destnîşan kir ku ‘heke van roja pêvajoyeke nû bê destpêkirin divê di çavdêriya sazî an rêxistineke navneteweyî de be; wekî mînak Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, dewletên mezin û hwd. Tenê bi çavdêriya hêz û saziyên bêalî  pêvajo bi rasteqînî û têkûztir dimeşin. Li Tirkiyayê sazî û rêxistinên ku bikaribin bêalî vê çavdêriyê bikin mixabin tunene.'

    Sidqî Zîlan di dawiya axaftina xwe de got, ‘Ji her deme bêhtir îro divê hemû kurd dengê xwe bilind bikin û di pêvajoyeke nû de divê dewlet ne tenê HDP, PKK û Îmraliyê wekî mixatab bigire, ji xeyrî wan partî, sazî, komele û rêxistinên civaka kurd ên din jî hene. Bi tevlêbûna temamê kurdan û bi awayekî eşkere û zelal divê ev pêvajo bimeşe.'

    Bi heman mijarî:

    Îro li Dêrsimê qiyamet e
    Polêsan gule reşandin çarsiya Dêrsimê: 4 welatî birîndar in
    HDP dê yekser banga aştiyê bike
    Bîlgen: Îdiaya ‘heyeta HDPê ji bo agirbestê diçe Qendîlê' derew e.
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de