04:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    Li Dêrsimê şer

    Îro li Dêrsimê qiyamet e

    © Foto: facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 120 0 0

    Li Dersimê piştî êrişa şervanên HPGê ya li navenda bajêr, polês li ser gel zextan dike û gelê Dersimê jî ji bo protestokirina zextan xepengan digire.

    Li Dersimê beriya nîvro saet derdora 11.30an şervanên HPGê li hemberî Qereqola Şehîd Naîf Karabulut bi çekan êrişek pêk anî. Di pevçûnê de 2 şervanên HPGê û polêsekî bi navê Savaş Kale jiyanên xwe ji dest dan; 3 polês jî bi giranî birîndar bûn.

    Li Dêrsimê şer
    © Foto: Twitter
    Di pevçûnê de du şervanên HPGê jiyanên xwe ji dest dan û şervanek jî birîndar ket. Polêsan şervanê birîndar ê HPGê li ber çavê gel înfaz kir. Dema ku gel xwest nêzikî cenazeyê şervanên HPGê bibe ji wesayitên zirxî gule li gel hate reşandin û polêsan heqaret li gel kir. Di reşandina guleyan de 4 welatî birîndar ketin. Di nav birîndaran de yek ji wan zarokekî 15 salî ye û hat gotin ku rewşa wî xeter e.

    Polêsên tîmen taybet demeke dirêj nehiştin ku tu kes nêzikî şervanan bibe. Pişt re şervanê birîndar û cenazeyê şervanên jiyana xwe ji dest dabû li gel Parlamenterê HDPê yê Dersimê Alîcan Onlu û Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê.

    Piştî pevçûnê bajar bi wesayitên zirxî hate dorpêçkirin û ketin û derketina bajêr jî hate qedexekirin. Esnafên Dersimê li hemberî zextên polêsan xepeng girtin û welatî li nava kolanan de rawestiyane.

    Her wiha hate zanîn ku welatiyê bi navê Alî Togluk (23) ji aliyê polêsan ve hatiye binçavkirin û polêsan berê çekên xwe dane welatiyên ku bertek nîşan dane. Hate zanîn ku Togluk birine mudîriyeta emniyetê.

    Tedawiya 3 polês û şervanê birîndar ê HPGê li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê berdewam dike. 

    Bi heman mijarî:

    Polêsan gule reşandin çarsiya Dêrsimê: 4 welatî birîndar in
    Li Dêrsimê şer
    Li Şirnexê li ser wesayitekê êriş: 1 mirî, 1 birîndar
    Li Wanê li ser qereqoleke sînor êrişek pêk hat
    Etîketan:
    HPG, Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de