21:33 24 Mijdar 2017
Zindî
    Ayhan Bîlgen

    Bîlgen: Îdiaya ‘heyeta HDPê ji bo agirbestê diçe Qendîlê' derew e.

    © Foto: facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen derbarê îdiayên ku dibêjin 'Di Civata Rêveberiya Navendî (MYK)ya HDPê de heyet hate avakirin, ev heyet dê biçe Qendîlê û banga agirbesta yekalî li PKKê bike' derewand.

    Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen derbarê mijarên rojevê li meclisa Tirkiyayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Bîlgen diyar kir ku HDP lêz daye xebatên xwe yên ji bo aştiyê û wiha got: ‘Di çapemeniyê de îdiaya ku dibêje 'Di Civata Rêveberiya Navendî (MYK)ya HDPê de heyet hate avakirin, ev heyet dê biçe Qendîlê û banga agirbesta yekalî li PKKê bike' ne rast e.

    Bîlgen da zanîn ku di vê mijarê de pêşniyaz, daxwaz û hêviyên HDPê hene û got ku ji bo aştiyê divê gavên berbiçav bên avêtin û wiha pê de çû: ‘Aliyê ku divê mafê jiyanê misoger bike û dawiyê li pevçûnan bîne hukimet bi xwe ye.'

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Me qebûl bikira em ê mîna CHPê bihatana xapandin
    HDP dê yekser banga aştiyê bike
    Balûken: Dibe ku Tirkiye di Dîwana Dadgerî ya Lahey de bê dadgehkirin
    Etîketan:
    HDP, Ayhan Bîlgen, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de