22:40 27 Gulan 2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Barzanî ji bavê Alan re got: 'Şîna we şîna me ye'

© AFP 2018 /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi riya telefonê ligel bavê Alan û Xalib û hevserê Rihanê yên ku li ser riya Ewropayê xeniqîn, axivî.

Îro Nêçîrvan Barzanî pêwendî bi Ebdullah Kurdî bavê Alan re girêda û serxweşî lê kir.

Ji aliyê xwe ve, bavê Alan sipasiya Barzanî kir li ser xemxwarina wî û li ser vê taziya ku li wî kir ji ber mirina zarok û hevjîna wî.

Ebdullah Kurdî wiha got: 'Hevbeşiya we di xemgîniya me de û beşdariya we di taziya me de, bûye sedema sebreke mezin ji bo malbata me.'

Roja çarşemê termê zarokekî xeniqî li ber qeraxên Bodrumê hatibû dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hatibû belavkirin û hemû cîhan hejandibû.

Piştî belavbûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayika xwe xeniqîbûn, eşkere bû ku ew xelkê bajarê Kobaniya rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bûye.

Îro li bajarê Kobaniya rojavayê Kurdistanê Alan, birayê wî Xalib û dayika wan Rihan bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi heman mijarî:

Polêsan gule reşandin çarsiya Dêrsimê: 4 welatî birîndar in
HDP dê yekser banga aştiyê bike
Gelo mumkin e ku hilbijartin di rewşa awarte de pêk werin?
Termê Alan li Kobaniyê hat veşartin
Etîketan:
Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de